Li ber siya nelirêtî û şer Netanyahû car din namzet e
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû wê di hilbijartinên giştî de ku tê payîn meha Cotmehê were kirin, car din wê bibe namzet.
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû wê di hilbijartinên giştî de ku tê payîn meha Cotmehê were kirin, car din wê bibe namzet.
Partiya Likud a Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû, ragihand ku Netanyahû wê di hilbijartinên giştî de car din ji bo serokwezîrtiyê bibe namzet.
Partiyê di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê de, diyar kir ku Netanyahû yê 76 salî wê tevlî hilbijartinan bibe û got, “Bi alîkariya Xwedê dê di hilbijartinan de bi ser bikeve.”
Tê payîn ku li Îsraîlê hilbijartinên giştî dawiya meha Cotmeha 2026’an pêk bên.
DAXUYANIYÊN TRUMP BIBÛ SEDEMA NÎQAŞÊ
Ragihandina namzetiya Netanyahû, piştî daxuyaniyên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump hat.
Li gorî ABC News, Trump dema bersiva pirseke têkildarî siberoja siyasî ya Netanyahû da, gotibû, lîderê Îsraîlê “xwedî kariyereke bêhempa ye”. Lê Trump têkildarî ka wê car din bibe namzet yan na, bi eşkere tiştek negot.
DOZA NELIRÊTIYÊ Û ZEXTÊN SIYASÎ
Ji sala 1996’an û vir ve di demên cuda de bi giştî zêdeyî 18 salan Netanyahû serokwezîrtî kiriye. Serokwezîrê ku di dîroka Îsraîlê de herî zêde serokwezîrtî kiriye.
Lê belê Netanyahû ji ber dozên nelirêtiyê yên ku zêdeyî 5 sal in dewam dike, rû bi rûyê zextên siyasî yên cidî ye.
Gelek rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û dewlet, di dema Netanyahû de Îsraîlê sûcdar dikin ku sûcên şer û qirkirinê kiriye. Ji ber êrîşên Îsraîlê li Xezeyê bi deh hezaran kes, li Lubnan û Îranê bi hezaran sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî anketa dawî ya saziya lêkolînê ya serbixwe Israel Democracy Institute, welatiyên Îsraîlê ji sedî 61, Îsraîliyên Yahûdî jî ji sedî 57 difikirin ku divê Netanyahû car din nebe namzet.